Li Edeneyê 3 kes kirin karantînayê 2020-03-17 12:12:47   EDENE - 3 kesên li Iraqê dixebitîn ên bi otobusê ji Cizîrê hatin Edeneyê, bi gumana vîrûsa korona kirin karantînayê.    3 kesên li Iraqê dixebitîn ên bi otobusê ji Cizîrê hatin Edeneyê, bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) kirin karantînayê. Di encama ixbara duh bi şev hat kirin de, ekîbên polîsan otobusa 3 kes tê de bûn rawestand û beraliyê otogara navendî kirin. Ekîbên tenduristiyê yên li otogarê, 3 kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregir a Edeneyê û kirin karantînayê. Derbarê encama testa 3 kesan de, tu agahî nehatin bidestxistin.