Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan hat dirêjkirin
- 16:32 16 Adar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul derbarê tedbîrên derheqê Virusa Koronayê de li ser hesabê medyaya civakî wiha got:"Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan ew ê bê dirêjkirin. Ew ê ji bo rewşên lezgîn bi parêzeran hevdîtina girtî bê kirin."
Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul derbarê tedbîrên derheqê Virusa Koronayê de daxuyanî da. Wezîr got:"Em derbarê saziyên ceza înfazê de tedbîrên xwe digirin. Di têketina saziyan de em kontrola pêşiyê dikin. Di dema muayeneyê de kesên bi Virusa Koronayê ne cuda tên girtin. Ew ê dadgeh û dozgerên ser temenê 60'î bi destûr bin."
Abdulhamit derbarê kesên di girtîgehan de wiha got:"Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan ew ê bê dirêjkirin. Ew ê ji bo rewşên lezgîn bi parêzeran hevdîtina girtî bê kirin."