Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan hat dirêjkirin 2020-03-16 16:32:24       NAVENDA NÛÇEYAN-Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul derbarê tedbîrên derheqê Virusa Koronayê de li ser hesabê medyaya civakî wiha got:"Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan ew ê bê dirêjkirin. Ew ê ji bo rewşên lezgîn bi parêzeran hevdîtina girtî bê kirin."   Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul derbarê tedbîrên derheqê Virusa Koronayê de daxuyanî da. Wezîr got:"Em derbarê saziyên ceza înfazê de tedbîrên xwe digirin. Di têketina saziyan de em kontrola pêşiyê dikin. Di dema muayeneyê de kesên bi Virusa Koronayê ne cuda tên girtin. Ew ê dadgeh û dozgerên ser temenê 60'î bi destûr bin."   Abdulhamit derbarê kesên di girtîgehan de wiha got:"Hevdîtina bi telefonê ya girtiyan ew ê bê dirêjkirin. Ew ê ji bo rewşên lezgîn bi parêzeran hevdîtina girtî bê kirin."