Ji bo rê li pêşiya Vîrusa Korona bê girtin Rêveberiya Xweser tedbîrê digire
- 14:55 16 Adar 2020
- Rojane
HESEKÊ- Bi armanca rêgirtina li pêşiya Virusa Corona Rêveberiya Xweser tedbîrê digire. Li hemû sazî û bazara bajêr derman hat belavkirin.
Ev bû demek ku Virusa Korona belav bûye û gelek kesan di encamê de jiyana xwe ji dest dan û li gorî bijîjkan, heya niha tu derman jêre nehatiye peydakirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çûn û hatina welatiyan a di derveyî welat qedexe kiriye. Her wiha zanîngeh, dibistan, peymangeh, kombûn û sazî, hatin seknadin û qedexekirin.
Bi armanca parastina tenduristiya civakê ya li dijî Vîrusa Korona, Rêveberiya Xwesr li bajarê Hesekê bi tedbîrên girîng rabû. Li seranserî sazî û bazaran derman belav kirin, her wiha tevahî dibistan û zaningeh jî hatin dermankirin.