Ji bo rê li pêşiya Vîrusa Korona bê girtin Rêveberiya Xweser tedbîrê digire 2020-03-16 14:55:33   HESEKÊ- Bi armanca  rêgirtina li pêşiya Virusa Corona  Rêveberiya Xweser tedbîrê digire. Li hemû sazî û bazara bajêr derman hat belavkirin.   Ev bû demek  ku Virusa Korona belav bûye û gelek kesan di encamê de  jiyana xwe ji dest dan û li gorî bijîjkan, heya niha tu derman jêre nehatiye peydakirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser li  Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çûn û hatina welatiyan a di derveyî welat qedexe kiriye. Her wiha zanîngeh, dibistan, peymangeh, kombûn û sazî, hatin seknadin û qedexekirin.   Bi armanca parastina tenduristiya civakê ya li dijî Vîrusa Korona, Rêveberiya Xwesr li bajarê Hesekê bi tedbîrên girîng rabû. Li seranserî  sazî û bazaran derman belav kirin, her wiha tevahî dibistan û zaningeh jî hatin dermankirin.