Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin
- 11:13 16 Adar 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Barman a navçeya Stewrê, welatiyan şevê din Newroz pîroz kirin.
Li gundê Barman a navçeya Stewrê ya Mêrdînê, welatiyan şevê din agirê Newrozê pêxistin. Welatiyên gund ên agirê Newrozê pêxistin li dora agir guvend gerandin û fîşekên hewayî teqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de, welatiyan dirûşme berz kirin û heya derengiya şevê şahiya xwe dewam kirin.