Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin 2020-03-16 11:13:15   MÊRDÎN - Li gundê Barman a navçeya Stewrê, welatiyan şevê din Newroz pîroz kirin.    Li gundê Barman a navçeya Stewrê ya Mêrdînê, welatiyan şevê din agirê Newrozê pêxistin. Welatiyên gund ên agirê Newrozê pêxistin li dora agir guvend gerandin û fîşekên hewayî teqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de, welatiyan dirûşme berz kirin û heya derengiya şevê şahiya xwe dewam kirin.