Ew ê Newrozê li Edeneyê di 22'yê Adarê de bê pîrozkirin
- 13:10 12 Adar 2020
- Rojane
EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, HDK û TJA'yê bang ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ew ê di 22'yê Adarê de li Qada Ugur Mumcu pêk were, kirin.
Li Edeneyê ew ê Newroz îsal bi dirûşma "Ji bo demokrasî, edalet û azadiyê" Newroz bê pîrozkirin. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, HDK û TJA'yê li ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê bi daxuyaniya hevpar starta Newrozê dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê Newroza îsal di 22'yê Adarê de li Qada Ûgûr Mûmcû bê pîrozkirin.