Ew ê Newrozê li Edeneyê di 22'yê Adarê de bê pîrozkirin 2020-03-12 13:10:09   EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, HDK û TJA'yê bang ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ew ê di 22'yê Adarê de li Qada Ugur Mumcu pêk were, kirin.    Li Edeneyê ew ê Newroz îsal bi dirûşma "Ji bo demokrasî, edalet û azadiyê" Newroz bê pîrozkirin. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, HDK û TJA'yê li ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê bi daxuyaniya hevpar starta Newrozê dan.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê Newroza îsal di 22'yê Adarê de li Qada Ûgûr Mûmcû bê pîrozkirin.