Li Amed û Rihayê 10 parêzer hatin binçavkirin

  • 11:27 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED/RIHA - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li Amedê derbarê 4 li Rihayê jî derbarê 6 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin. Li Amedê 2 parêzer hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de derbarê 10 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê derbarê 4 li Rihayê jî derbarê 6 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin. 
 
Di saetên serê sibehê de bi ser mal û cihê kar ên parêzeran de hatin giritn. Li Amedê 2 parêzer hatin binçavkirin.
 
Hat hînbûn ku lêpirsîn têkildarî "Hevdîtinên parêzeran ên li girtîgehan ên bi muvekîlên xwe re" hatiye destpêkirin.