Li Amed û Rihayê 10 parêzer hatin binçavkirin 2020-03-12 11:27:14   AMED/RIHA - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li Amedê derbarê 4 li Rihayê jî derbarê 6 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin. Li Amedê 2 parêzer hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de derbarê 10 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê derbarê 4 li Rihayê jî derbarê 6 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayin.    Di saetên serê sibehê de bi ser mal û cihê kar ên parêzeran de hatin giritn. Li Amedê 2 parêzer hatin binçavkirin.   Hat hînbûn ku lêpirsîn têkildarî "Hevdîtinên parêzeran ên li girtîgehan ên bi muvekîlên xwe re" hatiye destpêkirin.