Ji bo rojnamegerên hatin girtin wê daxuyanî bê dayîn

  • 17:45 9 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Platforma DFG, MKG û TGS'ê ji bo balê bikişînin ser binçavkirin û girtina rojnameger wê sibe daxuyaniyeke hevpar bidin.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Platforma Rojnamegerên Mezopotamyayê û nûnertiya Sendîkaya Rojnamegeran a Amedê (TGS) li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran ku di rojên dawîn de zêde bûye wê sibe daxuyaniyeke hevpar bidin û balê bikişînin ser rewşa rojnamegeran. 
 
Daxuyanî wê sibe saet di 12.00'an de li nûnertiya TGS'ê ya Amedê bê dayîn û wê her sê sazî bang li rojnamegeran bikin ku piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe.