Ji bo rojnamegerên hatin girtin wê daxuyanî bê dayîn 2020-03-09 17:45:13   AMED - Platforma DFG, MKG û TGS'ê ji bo balê bikişînin ser binçavkirin û girtina rojnameger wê sibe daxuyaniyeke hevpar bidin.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Platforma Rojnamegerên Mezopotamyayê û nûnertiya Sendîkaya Rojnamegeran a Amedê (TGS) li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran ku di rojên dawîn de zêde bûye wê sibe daxuyaniyeke hevpar bidin û balê bikişînin ser rewşa rojnamegeran.    Daxuyanî wê sibe saet di 12.00'an de li nûnertiya TGS'ê ya Amedê bê dayîn û wê her sê sazî bang li rojnamegeran bikin ku piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe.