Li Bursayê jinan 8'ê Adarê pîroz kir
- 18:59 8 Adar 2020
- Rojane
BURSA - Li Bursayê jin hatin gel hev û 8'ê Adarê bi govend û stranan pîroz kirin.
Li Bursayê jin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatin gel hev û meş li dar xistin. Jinên ku heta navenda bajêr meşiyan daxuyanî dan. Jinan diyar kir ku wê tu jin di tariyê de nemînin û dowîzên bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hilgirtin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Summeye Temînî ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Diyanet bi fetwayên ku dide mafên jinan hedef digire."
Daxuyanî bi stran û govenda jinan gerand bi dawî bû.