Li Bursayê jinan 8'ê Adarê pîroz kir 2020-03-08 18:59:34   BURSA - Li Bursayê jin hatin gel hev û 8'ê Adarê bi govend û stranan pîroz kirin.    Li Bursayê jin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatin gel hev û meş li dar xistin. Jinên ku heta navenda bajêr meşiyan daxuyanî dan. Jinan diyar kir ku wê tu jin di tariyê de nemînin û dowîzên bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hilgirtin.    Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Summeye Temînî  ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Diyanet bi fetwayên ku dide mafên jinan hedef digire."   Daxuyanî bi stran û govenda jinan gerand bi dawî bû.