Li Dîlokê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
- 13:50 8 Adar 2020
- Rojane
DÎLOK - Di minasebeta 8'ê Adarê li Dîlokê jin li Parka Kirkayakê civiyan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê li Dîlokê jin li Parka Kirkayakê civiyan. Jinan bi cilên xwe yên rengîn û erbaneyên xwe hatin parkê. Gelek sazî û dezgehên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Erîşa zayendî nayê efû kirin" hat vekirin. Jin di çalakiyê de stran gotin û govend gerandin.