Li Dîlokê 8'ê Adarê hat pîrozkirin 2020-03-08 13:50:08   DÎLOK - Di minasebeta 8'ê Adarê li Dîlokê jin li Parka Kirkayakê civiyan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin.    Bi wesîleya 8'ê Adarê li Dîlokê jin li Parka Kirkayakê civiyan. Jinan bi cilên xwe yên rengîn û erbaneyên xwe hatin parkê. Gelek sazî û dezgehên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Erîşa zayendî nayê efû kirin" hat vekirin. Jin di çalakiyê de stran gotin û govend gerandin.