Navenda Jinan a SELÎS'ê careke din hat vekirin
- 15:10 7 Adar 2020
- Rojane
ÊLÎH - Navenda Jinan a SELÎS'ê ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin berî bi 2 salan hatibû girtin,ji alîyê Şaredariya HDP'ê ya Êlîhê ve dîsa hat vekirin.
Navenda Jinan a SELÎS'ê ya ku piştî qeyûm tayînî Şaredariyên DBP'yî hatin kirin, berî 2 slan hat girtin ji alîyê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ya Êlîhê ve dîsa hate vekirin. Hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Êlîhê Feleknas Uca, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinên HDP'ê tevlî vekirina saziyê bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz ve hat kirin. Songulê diyar kir ku ew wekî şaredariya Êlîhê wê li her qadan xebatên xwe ji bo jinan bidin meşandin û wiha berdewam kir;"Wekî ku hûn dizanin, navenda me ya jinê SELÎS ku 2 sal berê ji hêla qeyûm ve hatibû girtin. Lê îro dîsa em li vir in. Carek din em saziya jinan vedikîn da ku xizmeta jinan û gelê xwe bikin. Em gelek kêfxweş û dilşad in ku me careke din saziya xwe vekiriye. Bê guman, em naxwazin ku her jinek tundî û destdirêjiyê bibîne. Lê heke rastiyek wisa hebe, pêdivî ye ku jin komeleya jinan hebe. Me komeleya xwe vekiriye ku jin werin û pirsgirêkên xwe bi rihetî ragihînin û komele ji wan re çareser bike. Spasiyên xwe pêşkêşî hevalên ku îro li vir in û em tenê nehiştin dikin.
Em ê ji pirsgirêkan re bibin çareserî
Songulê bi domdarî bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku tundî û qirkirina li dijî jinan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Daxwaza me ew e ku di sedsala 21'emîn de tundiya li ser jinan û qirkirina jinan bi dawî bibe. Du meh berê Gulistan Doku ya ku wenda bû hê jî nehatiye dîtin û eqûbeta wê ne diyar e. Li dijî van pirsgirîkan em ji nû v Navenda Jinan SELİS vedikin ku em ji pirsgirîkan re bibîn çareserî."
'SELÎS navnîşana hevpar a hemû jinan e'
Piştre Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca axivî. Feleknasê jî bal kişand ser girîngiya vekirina SELÎSÊ û got:"Em di hefteya 8'ê Adarê de ne. Ji nû ve vekirina SELİS'ê di çarçoveya 8'ê Adarê de ji bo me pir watedar û girîng e. Ji ber ku SELİS ne ji bo jinên Êlihê tenê, ji bo hemû jinan jî cîhek girîng e. Navenda Piştgiriya Jinê, ya ku dikare di her qadê de alîkariya jinan bike, ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hate girtin. Lê îro, em di hefteya 8'ê Adarê de careke din SELÎS'ê vedikîin. SELÎS navnîşana hevpar a hemû jinan e. "
Navedan Jinan SELÎS'ê bi tililî û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" hat vekirin.