Navenda Jinan a SELÎS'ê careke din hat vekirin 2020-03-07 15:10:03   ÊLÎH - Navenda Jinan a SELÎS'ê ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin berî bi 2 salan hatibû girtin,ji alîyê Şaredariya HDP'ê ya Êlîhê ve dîsa hat vekirin.   Navenda Jinan a SELÎS'ê ya ku piştî qeyûm tayînî Şaredariyên DBP'yî hatin kirin, berî 2 slan hat girtin ji alîyê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ya Êlîhê  ve dîsa hate vekirin. Hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Êlîhê Feleknas Uca, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinên HDP'ê tevlî vekirina saziyê bûn.   Axaftina destpêkê ji aliyê  hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz ve hat kirin. Songulê diyar kir ku ew wekî şaredariya Êlîhê wê li her qadan xebatên xwe ji bo  jinan bidin meşandin û wiha berdewam kir;"Wekî ku hûn dizanin, navenda me ya jinê SELÎS ku 2 sal berê ji hêla qeyûm ve hatibû girtin. Lê îro dîsa em li vir in. Carek din  em saziya jinan vedikîn da ku xizmeta jinan û gelê xwe bikin. Em gelek kêfxweş û dilşad in ku me careke din saziya xwe vekiriye. Bê guman, em naxwazin ku her jinek tundî û destdirêjiyê bibîne. Lê heke rastiyek wisa hebe, pêdivî ye ku jin komeleya jinan hebe.  Me komeleya xwe vekiriye ku jin  werin û pirsgirêkên xwe bi rihetî ragihînin û komele ji wan re çareser bike.  Spasiyên xwe pêşkêşî hevalên ku îro li vir in û em tenê nehiştin dikin.    Em ê ji pirsgirêkan re bibin çareserî   Songulê bi domdarî bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku tundî û qirkirina li dijî jinan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Daxwaza me  ew e ku di sedsala 21'emîn de tundiya li ser jinan û qirkirina jinan bi dawî bibe. Du meh berê  Gulistan Doku ya ku wenda bû  hê jî nehatiye dîtin û eqûbeta wê ne diyar e. Li dijî van pirsgirîkan  em ji nû v Navenda Jinan SELİS  vedikin ku em ji pirsgirîkan re bibîn çareserî."   'SELÎS  navnîşana hevpar a hemû jinan e'   Piştre Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca axivî. Feleknasê jî bal kişand ser girîngiya vekirina SELÎSÊ û got:"Em di hefteya 8'ê Adarê de ne. Ji nû ve vekirina SELİS'ê di çarçoveya 8'ê Adarê de ji bo me pir watedar û girîng e. Ji ber ku SELİS ne ji bo jinên Êlihê tenê,  ji bo hemû jinan jî cîhek girîng e. Navenda Piştgiriya Jinê, ya ku dikare di her qadê de alîkariya jinan bike,  ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hate girtin. Lê îro, em di hefteya 8'ê Adarê de careke din SELÎS'ê vedikîin. SELÎS  navnîşana hevpar a hemû jinan e. "   Navedan Jinan SELÎS'ê bi tililî û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" hat vekirin.