Jinên Ciwan ên Mexmûrê belavokên 8'ê Adarê belav kirin

  • 09:18 4 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li kolanên Mexmûra jêr ya bi ser Mûsilê ye belavok belavkirin. 
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xebat tên lidarxistin. Di çarçoveya xebatan de Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM), li kolanên Mexmûra jêr a bi ser Mûsilê ye belavok belavkirin û bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê. Belavok bi soranî û erebî hatin amadekirin. 
 
Berdevka TJCM'Ê Ayşe Paksuy di derbarê belavkirina belavokan de axvî û wiha got: "Bi nêzbûna 8'ê Adarê me xebatek bi vî rengî kir. Me xwest bi belavokan bal bikişînin ser 8'ê Adarê û rola jinê. Belavokên me bi soranî û erebî bîne. li mexmura jêr a dikeve ser bi bajarê musilê ve, belavok hat belav kirin yani li memura Ereban hat belav krin