Jinên Ciwan ên Mexmûrê belavokên 8'ê Adarê belav kirin 2020-03-04 09:18:30   MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li kolanên Mexmûra jêr ya bi ser Mûsilê ye belavok belavkirin.    Bi minasebeta 8'ê Adarê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xebat tên lidarxistin. Di çarçoveya xebatan de Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM), li kolanên Mexmûra jêr a bi ser Mûsilê ye belavok belavkirin û bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê. Belavok bi soranî û erebî hatin amadekirin.    Berdevka TJCM'Ê Ayşe Paksuy di derbarê belavkirina belavokan de axvî û wiha got: "Bi nêzbûna 8'ê Adarê me xebatek bi vî rengî kir. Me xwest bi belavokan bal bikişînin ser 8'ê Adarê û rola jinê. Belavokên me bi soranî û erebî bîne. li mexmura jêr a dikeve ser bi bajarê musilê ve, belavok hat belav kirin yani li memura Ereban hat belav krin