Jinana maça futbolê lîstîn
- 19:43 3 Adar 2020
- Rojane
RİHA - Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Yekîtiya Jinên Rihayê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de weke du taximan futbol lîstin.
Çalakiyên 8’ê Adarê li her herêm navçe û bajarî bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Li navçeyên Rihayê û navendê jin civiyan. Ango di heman çarçoveyê de, bi boneya pîrozkirina 8'ê Adarê maça futbolê hat lîstin. Jinan weke du tîman li seheya futbolê a Karakopruyê hatin ba hev.
Beriya çalakiya futbolê jinan bi pêşengiya erbane û stranan govend girtin.
Jinan bi tilîlî û stranan dawî li maça futbolê anîn.