Jinana maça futbolê lîstîn 2020-03-03 19:43:21   RİHA - Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Yekîtiya Jinên Rihayê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de weke du taximan futbol lîstin.   Çalakiyên 8’ê Adarê li her herêm navçe û bajarî bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Li navçeyên Rihayê û navendê jin civiyan. Ango di heman çarçoveyê de, bi boneya pîrozkirina 8'ê Adarê maça futbolê hat lîstin.  Jinan weke du tîman li seheya futbolê a Karakopruyê hatin ba hev.    Beriya çalakiya futbolê jinan bi pêşengiya erbane û stranan govend girtin.    Jinan bi tilîlî û stranan dawî li maça futbolê anîn.