TJA'yê ji zarokên di girtîgehê de pêlîstok çêkirin
- 19:04 1 Adar 2020
- Rojane
AMED - TJA'yê li Odeya Avahîsazan û Endezyarên Makîneyan ji bo zarokên ku dayîkên wan di girtîgehê de kargeha pêlîstokan ava kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê bê navber bernameyên xwe berdewam dike. Li Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Amedê ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin kargeha pêlîstokan vekir. Aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên din tevli çêkirina pêlîstokan bûn. Li gel dayikan zarok jî tevli çêkirina pêlîstokan bûn û wekta xwe derbas kirin.