Di qada tenduristiyê de veguhestin: Qetilkirina pitikan

  • 09:02 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Endamên SES’ê derbarê ‘Çeteyê yenîdogan' de ku pitikan qetil kirine de nirxandin kirin û diyar kir ku ev encama polîtîkaya ‘veguhestina tenduristiyê’ ye û got divê bêyî karê divê xizmetên tenduristiyê bên pêşxistin.
 
Li Stenbolê derket holê ku 'çeteyê yenîdogan' ji bo zêdetir pere ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) bigire, pitikan di beşa giran de dan sekinandin û qetil kirine. Ji 'çeteyê yenîdogan' ji 47 kesên hatin binçavkirin 22 kes hatin girtin. Di îdianameya derbarê çete de hat amadekirin de hat gotin ku gumanbaran bebek di nexweşxaneyê de dane sekinandin û bi rêbazên dermankirinê yên ne di cih de bûne sedema mirina pitikan. 
 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Tendursitiyê (SES) derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
Hevseroka SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak Sevîm diyar kir kur bi guhestina di tenduristiyê de qada tenduristiyê veguheriye qada bazirganiyê û wiha got: “Pergalek bi qasî pereyê te tenduristî heye. Ji bo qezenckirina pere çeteyê yenî dogan afiriye. Çete ne di pozîsyonek ku ji desthilatdariyê serbixwe faliyetan bimeşîne ye. Ji ber organîzasyonek mezin hatiye afirandin. 2-3 kes nikare vê bike. Beşek rêveberên welta di vî karî de ne û ji nedîtîve tên. Gilîkirin hatine û li ser vê derketine holê. Dibêjin em dişopînin lê dema ku guman dîtine divê dawî li vê bianiyane. Di pêvajoya gotine em dişopînin de mirin çêbûne. Divê xizmeteke tenduristiyê ya kar têde tuneye bê pêşxistin.”
 
‘Nirxên zarok, girtî, jinan û sewalan tuneye’
 
Fadîmeyê wiha bi lêv kir: “Li nexweşxaneyan bi destê çeteyan binpêkirina maf tê jiyîn. Yek ji van pêkanînan jî li nexweşaneyan pêkanînên li hember girtiyane. Malbatên girtiyan serlêdanan dikin ku girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Em ê li dijî rîska çetebûna tibî li cem gel cih bigirin. Nirxên zarok, girtî, jinan û sewalan tuneye. Em ê li mafê van bebekan bigerin.”
 
‘Rizandina civakê bandor li her derê dike’
 
Endama rêveberiya navendî ya SES’ê Nursel Yucesoy jî got mirovan dikin alav û di encama veguhestina di qada tenduristiyê de pêk hatiye. Nurselê ev tişt anî ziman: “Ji ber pereyên beşa giran SGK didin çete ava dibin û van qadan dikin qada rantê. Saziyên cemawerî digirin, ji nexweşxaneyê bajar re rantê pêk tînin û xizmeta tenduristiyê ji holê radikin. Ji ber vê jî wê gel biçe nexweşxaneyên taybet. Gel neçar dimîne biçe nexweşxaneyên taybet. Kontrolkirina nexweşxaneyan bihata kirin wê ev prisgirêk zû derketiba holê. Rizandina civakê bandor li her derê kiriye. Em ji bo xizmeta tenduristiyê ya bê pere, bi zimanê dayikê wê têbikoşin.”
 
Sekretera jinan a şaxa Anatolya ya SES’ê  Sevgî Mersîn jî got ya zemîna çeteyê tendruistiyê ava kiriye, veguhestina di tenduristiyê de hatiye kirinê ye û wiha got: “Li dijî vê deng hatiye bilinkirin lê bersiva vî dengî nehatiye dayîn. Di 2016’an de dema dixebitim beşên giran evqas ne tije bûn. Lê serî kirariyê pere dihat girtin yanî bi pergala performansê re ev der tije bûn. Bi vê re pêkanînên dijmirovane jî derketin.”