TJA'yê ji zarokên di girtîgehê de pêlîstok çêkirin 2020-03-01 19:04:53   AMED - TJA'yê  li Odeya Avahîsazan û Endezyarên Makîneyan ji bo zarokên ku dayîkên wan di girtîgehê de kargeha pêlîstokan ava kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê bê navber bernameyên xwe berdewam dike. Li Odeya Avahîsaz û  Endezyaran a Amedê ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin kargeha pêlîstokan vekir.  Aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên din tevli çêkirina pêlîstokan bûn. Li gel dayikan zarok jî tevli çêkirina pêlîstokan bûn û wekta xwe derbas kirin.