Li Artemêtê hevdîtina jinan pêk hat

  • 17:09 29 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û TJA li navçeya Artemêta Wanê bi minasebeta 8'ê Adarê hevdîtina jinan pêk anî. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê li navçeya Artemêtê bi minasebeta 8'ê Adarê hevdîtina jinan pêk anî. Hevşaredara berê ya HDP'ê ya Êrdîşê Dîba Keskîn tevlî hevdîtina jinan bû. Jinan lacikên spî diyarî Dîbayê kirin. Di hevdîtinê de sînevîzyonek hat nîşandan. Di hevdîtinê de jinan govend gerand, stran gotin û dirûşmên wekî "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin. 
 
Hevşaredara Serava Wanê Caziye Dûman ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin di hevdîtanê de axivî û got: "Îro bi saya perspektîfên Abdullah Ocalan jin ber bi azadiyê ve dimeşîn. Li grava Îmraliyê şewat derket û em ji derbarê Abdullah Ocalan de tu agahiyan nagirin. Em tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan şermezar dikin."
 
Caziye, destnîşan kir ku sedsal in jin li hemberî zîhniyeta serdest a mêr di nav têkoşînê de nin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em îro hatin cem hev, ev tişt bi saya rêhevalên me pêk hat. Em heta dawiya emrê xwe deyindarên rêhevalên xwe ne. Em hurmetê nîşanî têkoşîna berxwedêran didin. Li hemberî destkeftiyên me dewlet êrîş dike. Em tu carî bêçare nebûn. Em roj bi roj mezin dibin û pêşvediçin."