‘Li Gundê Palûkê yê Sûrê civîna jinan hat lidarxistin’

  • 15:45 29 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Li Gundê Palûkê yê Sûra Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê civîna jinan hat lidarxistin. Di civînê de parlamenter Semra Guzel axivî û diyar kir hemû jin divê di 8'ê Adarê de qadan bi çoşeke mezin tije bikin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Palûkê yê Sûra Amedê civînek li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin li Gundê Palûkê yê Sûra Amedê hatin li gel hev.
 
Semra, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser roja 8’ê Adarê wiha got: “Azadiya Gelên Kurd bi destê jinê pêkan e. Desthilatdar dixwazin dengê jinê qut bikin ji ber ku ji berxwedana jinê ditirsin lewra dema ku jinek li ber xwe dide êrîşê wan dike. Lê jin bi têkoşîna xwe her tim ji vê zihnîyeta qirêj re bûye bersîv. Heke em niha li qadên jiyanê bin ev bi saya têkoşîna jinê ye.”
 
Semra, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin bi hêza xwe bawer bin gengaz e ku zihniyeta serdest a mêr têk biçe. Semra ban li jinan kir ku di 8’ê Adarê de ji bo jiyaneke xweş û bi wate hemû jin bi hêz û coşeke mezin qadan tije bikin.