Şêniyên Hesekê 76 cangoriyên azadiyê bi bîranîn

  • 15:17 29 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê 76 cangoriyên azadiyê, bi merasîmekê bi bîranîn.
 
Meclîsa Malbatê Şehîdan a bajarê Hesekê, 76 pakrewanên azadiyê yên ku di encama şer û êrîşên li ser herêmê jiyana xwe ji dest dan, bi bîranîn. Merasîma bîranînê bi beşdarbûna malbatên pakrewanan, pêk hat. Merasîm li Navenda Çand û Huner a taxa Miftî, hat lidarxistin.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Di merasîma bîranînê de axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: "Deskeftiyên Şoreşa Rojava ku îro me bi dest xistiye bi ked û xwîna pakrewanên me ne, ji bo parastina xak û gelên xwe canê xwe kirin qurbanî. Îro em di qonaxek pir hesas re derbas dibin, ji aliyekê êrîşên li ser herêmên me, ji aliyekî bûyera şewata ku li Îmraliyê rû da, li hember van siyaset û kiryarên ku li ser gelên azadîxwaz didin meşandin berxwedanî pêwiste. Ji bo ku em xwedî li cangoriyên xwe derkevin pêwiste em projeya netewa demokratîk bi ser bixin. Em ê bedelê giran bidin, lê wê serkeftin ya me be."
 
Di merasîmê de nasnameya 76 pakrewanên azadiyê hatin xwendin.