'Em ê li dijî xespkirina destkeftiyên xwe li qadan bin'

  • 15:03 29 Sibat 2020
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê bi daxuyaniyê bang li jinan kirin û gotin: "Li dijî xespkirina destkeftiyên jinan em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê bi minasebeta 8'ê Adarê bernameya xwe ya çalakiyan îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkere kir. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat. Daxuyanî ji hêla hevseroka bajêr a HDP'ê Gulbahar Şofer ve hat dayîn. 
 
Gulbahar, destnîşan kir ku îsal jî wekî salên borî dê li dijî zîhniyeta serdest a mêr û ji bo azadiya xwe dê li qadan bin û wiha dom kir: "Em ê li dijî xespkirina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dibistan, kolan, kargeh û malên xwe dê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta serdest bidomînin. Jin di azadiya xwe de bi istar in û di berxwedanê de jî bi biryarin. Jinên ku dixwazin bi dengê bilind bikenin, jinên ku dixwazin aqûbeta Gulistan Dokû hîn bibin, jinên ku dixwazin li dijî zilmê serî rakin dikarin di 8'ê Adarê de li qadan bin. Em ê li dijî taciz, tecawiz, kuştin, bêkarî, krîza aborî û ji bo mafên penaberan li qadan bin. Em ê li qadan aştî û azadiyê biqerîn."