Kongreya Star û Rêveberiya Xweser li dijî şewata li Îmraliyê daxuyanî dan

  • 13:28 29 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî şewata ku li Girava Îmraliyê li cihê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, lê di girtîgehê de ye, rû da, Rêbeveriya Xweser a Herêma Şehbayê û Kongreya Star a Navçeya Til Temirê daxuyanî dan. Her wiha bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê û Dêrikê ji bo şewitandina daristana Îmraliyê, gel daketin qadan.
 
Di 27ê Sibatê de li Girava Îmraliyê cihê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 21 sal in, lê di girtîgehê de ye, şewat rû da. Heta niha dewleta tirk nahêle ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  hevdîtinê pêre çêbikin û li rewşa wî ya tendirustiyê, bipirsin. Têkildarî mijarê li seranserî  Kurdistanê gel li qada ye û dixwazin ku agahiyê li ser tendurstiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bigirin. 
 
Li Şehbayê Rêveberiya Xweser û Malbatên Şehîdan derketin qadan
 
Bi pêşengtiya Malbatên Şehîdan a Efrînê ji bo şewitandina daristana Îmraliyê, gel daketin qadan.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê bi dirûşma "Bi hêrsa malbatên şehîdan, em ê agirê Îmraliyê vemirînin" li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafîn a Şehbayê meşek hat lidarxistin. Di meşê de malbatên şehîdan a Efrîn û Şehbayê, şêniyên kampa berxwedan, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan. Meş ji gundê Wehşiyê dest pê kir heta kampa berxwedanê dewam kir. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Şaziye Îbrahîm û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Mihemed Welo axivîn û gotin: "Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan heta ku agahiyek zelal ji Rêber Apo negirin, em ranawestin û em ê her di nav çalakiyan de bin. Daxwaza me ew e ku parêzer derbasî gel Rêber Apo bin û rewşa Rêberê me ji me re ragihînin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû. 
 
Rêvebeiya Xweser a Kantona Efrînê ji bo rewşa şewata ku li Girava Îmraliyê derketiya, daxuyaniyek  da.
 
Derbarê şeweta ku li daristana  Îmraliyê derket  Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê  daxuyaniyek da. Daxuyanî  li kampa Serdemê bi beşdarbûna endam û rêveberên dezgehên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Kantona Efrînê, hat dayin. Daxuyanî ji aliyê  Hevseroka Desteya Jinê, Zelûx Reşîd ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Dewleta tirk kiryarên xwe yên binpêkirina zagonên navneteweyî berdewam dike. Dewleta tirk di Îmraliyê de tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin û rê nade ku malbat û parêzer hevdîtinan pêre çêbikin.  Dewleta tirk ya faşîst hovîtiya xwe ranewestandiya. Rola xwe di pilana navneteweyî yên bêehlaqî de dilîze. Şewazên neexlaqî û nemirovî di derheqê Rêber Apo de pêk tînin.
 
Em weke Rêvberiya Xweser ya herêma Efrînê kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk ên  li beramberî Rêber Apo, şermezar dikin.  Rêxistinên  dadmendî , navneteweyî û mirovî  di nava rewşeke xerab de ne û ne dirust in. Gelê azadîxwaz di nava bêdengiyê de namînin û wê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin heta ku agahiyekê jê bigirin. Li ser vê bingehê em bang li  tevahî gelan û pêkhateyan dikin ku bi erka xwe ya  exlaqî , welatparêzî rabin û li dijî siyaseta dewleta tirk bisekinin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma  “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.
 
Li Hesekê li dijî şewata Girava Îmraliyê daxuyanî hat dayin
 
Bi armanca şeremzarkirina şewata Girave Îmraliyê, cihê girtîgeha ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê dimîne , Kongreya Star a Navçeya Til Temirê daxuyanî da.
 
Beriya sê rojan  dewleta tirk bi rêya weşanên xwe yên zindî  şewata  Girava Îmraliyê cihê girtîgeha ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê dimînê,  ragihand.  Li dijî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî welat jî daketin qadan û bertek nîşan dan. Têkildarî mijarê  endam û rêveberên Kongreya Star  a navçeya Til Temirê li Meclîsa Malbatên Şehîdan, daxuyaniyek dan. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Endama Kongreya Star Dîjle Emîn ve hate xwendin.
 
Daxuyanî  wiha we:
 
"Şewata ku li Girava Îmraliyê derket yek ji komployên ku dixwazin rihê gelê azadîxwaz bin pê bikin, da ku meşa azadiyê raweste û berjewendiyên dewleta tirk û hevalbendên wê, pêk were. Xeteriya li ser tendrustiya Rêber Ocalan dewleta tirk û netewên yekbûyî berpirsiyarê wê ne. Pêwîst e sazî, rêxistin û dewletên ku qala mafê mirovan dikin, ji bo naskirina rewşa Rêberê Ocalan bikevin tevgerê û erkê xwe yê exlaqî pêk bînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe",”Bijî berxwedana Îmraliyê"bi dawî bû.
 
Şêniyên Dêrikê jî daketin qadan
 
Bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrîkê bi dirûşma "Divê parêzer bi lezgînî biçin Îmralîyê" bi sedan şêniyên bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina şewitandina daristana Girava Îmraliyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji Qada Azadîyê dest pê kir û li Qada Şehîdan vegurherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Saziya Malbatên Şehîdan hatibûn hildan. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Ibêd axivî û wiha got: "Ev meha sibatê meheke reş e. Dewleta tirk a dagirker bi zanebûn daristana Îmraliyê şewitand û nahêlinin ku parêzer û malbat biçin gel Rêber Apo. Em jî wek gelê bajarê Dêrîkê soz didin ku heta agahiyek ji bo rewşa Rêber Apo negirin, em ê her li ser piyan bin û di nav çalakiyan de bin."
 
Çalakî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.