Meclîsa Îştar li dijî şewata li daristana Îmraliyê daxuyaniyek dan

  • 11:48 29 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê şewata li daristana Îmraliyê de daxuyaniyek dan û gotin: " Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê dikin ku li hemberî kiryaran bêdeng nemînin." 
 
Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) derbarê şewata li Îmraliyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Meşmûrê hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Xantur Kara ve hat xendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûc e û wiha dom kir: "Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd vîn, bawerî û hebûn e. Di şexsê Abdullah Ocalan de netewek tê tecrîdkirin. Dewletên desthilatdar Abdullah Ocalan wekî xeter dibînin. Ji ber vê jî bi salane bi şêwazên cûrbicûr cezayê dîsîplînê tên dayîn û her wiha hevdîtin tên astengkirin. Ev tişt tecrîde û tecrîd li hemberî hemû kurdan tê meşandin."
 
Di daxuyaniya de qala polîtîkayên ku li hemberî Abdullah Ocalan tê meşandin jî hat kirin û wiha hat destnîşankirin: "Êdî di destê Erdogan de tiştek nemaye û bi polîtîkayên qirêj êrîşê Rojava dike. Rewşa Idlibê li ber çava ne. Ji bo rewşa Idlibê weşerin bûyerek cuda derxistin holê û li grava Îmraliyê daristan şewitin. Ev tişt xetereyeke mezin e û li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê. Bi vê şewatê bertekên Gelê Kurd dipivîn. Em wekî penaberên Mexmûrê şopdarên Zilan û Arînan bin. Em ê xwedî têkoşîna xwe derkevin û erk û berpirsiyariya xwe bînin cih."
 
Daxuyanî wiha hat bi dawî kirin: "Em dibêjin ku tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan tecrîda li hemberî tevahiya mirovatiyê ye û li hemberî jinê ye. Em bang li jinan dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dakevin qadan. Her wiha divê CPT û rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin. Wê bi têkoşîna jinê dê faşîzm têk biçe."