Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu hat binçavkirin

  • 10:34 29 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu û ji rêveberên DBP'ê ya Mêrdînê yê berê Musal Alkan, serê sibehê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 
 
Li Mêrdînê serê sibehê di encama serdegirtina malan de Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu û ji rêveberên DBP'ê ya Mêrdînê yê berê Mûsal Alkan, hatin binçavkirin. Perîhaan û Mûsa birin Şaxa TEM a Mêrdînê.
 
Hinceta binçavkirina Perîhan û Mûsa nehat hînbûn.