Li Wanê amadekariya 8’ê Adarê: Ji bo azadiya xwe tu jî ligel me be

  • 09:15 29 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li Wanê amadekariyên 8’ê Adarê bê navber didomin û jin xwe amade dikin ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî qadan tije bikin. Jinan her wiha ji bo mezinkirina têkoşînê banga tevlîbûna qadan kirin.
 
Yek ji bajarên herêmê ku mîtînga 8’ê Adarê lê pêk bê Wan e. Jinên Wanê ji bo 8’ê Adarê amadekariyan dikin û her wiha diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de qadê tije bikin û banga tevlîbûnê li jinan kirin.
 
‘Jinên Rojava serkeftin nîşan dan’
 
Jina ciwan Selma Durmaz bi lêv kir ku wê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin û got ji bo daxwazkirina maf ev roj gelek girîng e û wiha got: “8’ê Adarê ji bo hemû jinan girîng e. Zext, şîdet û zordarî ne tiştekî ku di rojekê de bê gotinê ye. Maf û azadiya jinan di rojekê de sînor nabe. Li her derê cîhanê mafê jinan tê xespkirin. Jinên Rojava serkeftin nîşan dan. Em di şer de jî di aştiyê de jî di perwerdehiyê de jî, her tim li pêş in. Me wêneyek xweş nîşanî cîhanê da. Dengê me, hêza me mêran ditirsîne. Divê em jin dengê xwe bi hev re bilind bikin.”
 
‘Li dijî kuştin û îstîsmarê dakevin qadan’
 
Gulîstan Aslan bang li hemû jinan kir ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr dakevin qadan û got: “Divê jin li dijî kuştin, îstîsmarê dakevin qadan. 8’ê Adarê roja têkoşînê ye. Divê em bi tu awayî xwe li hember mêran nepelçiqînin. Daxwaza min ev e ku hemû jin xwe îfade bikin. Em jin hebûn û em ê  hebin. Divê hemû jin di 8’ê Adarê de dakevin kolanan.”
 
‘8’ê Adarê cejn e’
 
Ayla Parla jî ku her sal 8’ê Adarê li gundên xwe pîroz dike vê rojê wek cejnê dibîne û got: “Jinên gund bi cil û bergên xwe yên gelêrî govendê digirin. Ne tenê 8’ê Adarê her roj aydê jinan e.”
 
Jina bi navê Vahîde Atayilmaz jî got kelecana 8’ê Adarê dest pê kiriye û got wê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin.
 
Hafsat Abî jî destnîşan kir ku wek her sal wê îsal jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî 8’ê Adarê bibe.