Tevgera Kevana Zêrîn Stranbêjê Kurd ê navdar Seîd Yusif bi bîr anî

  • 08:51 29 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî stranbêj Seîd Yusif bi bîr anî.
 
Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî Stranbêjê Kurd ê navdar Seîd Yusif ku bi nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û da zanîn ku Xeyaleke Seîd Yusif ya mezin hebû ku, Kurdistana azad û serbixwe bibîne û gotin: "Ew xeyala wê niha bi hest û rihê stranên wî de her xwe hilgire û heya Kurdistana azad wê bijî. Em ê jî bibin domdarê xeyalên wî."
 
Daxuyanî wiha bû: 
 
"Me dîsa bêdem, hunermendekî din ê nemir Seîd Yusif ji ber nexweşiyekê winda kir. Her çûyînên bêdem hîn zêdetir dilê me diêşîne. Seîd Yusif jî hîn emreke ku, dikarîbû gelek berhemên din ji hunera Kurd re bide, ji nava me koç kir, çû li ser dilovaniya xwe. Em wek Tevgera Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de ji malbata wî û hemû Gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û dibêjin mekanê te bihûşt be Mîrê Bizqê. 
 
'Seîd Yusif bi stran û dengê bizqê xwe ve temsîliyeta kurdî dikir'
 
Seîd Yusif di nav me de dibe ku bi fîzîkî bar kiribe, lê di stranên ku li pê xwe hiştine de wê her tim bijî. Hestên welatperwerî  û evînî her tim di stranên Seîd Yusif de, vîn û hêz da Gelê Kurd. Bi taybetî jî gelê Rojavayê Kurdistanê. Bi stran û dengê bizqa xwe ve temsiliyeta Kurdî kir. Gelek berhem û stîlek muzîka Kurdî pêş xist. Me bi stranê Seîd Yûsiv, Seîd Yûsiv nas kir.
 
'Seîd yek ji wan hunermendên ku dengê wicdanê gelê xwe bû' 
 
Hunermend, şervan û pêşengê gelê xwe ne. Seîd gelek caran, bi ked û hunera xwe  temsîliyeta çand û muzîka Kurdî kir. Wek kedkar û dildarekî muzîka Kurdî, li pê xwe gelek nirx û berhem hişt. Nasnameyeke hunerî ya  çanda Kurdî, yek jî wî, bi stranên xwe ve çêkir. Xeyaleke wî ya mezin hebû ku, Kurdistana azad û serbixwe bibîne. Ew xeyalê wî, niha bi hest û rihê stranên wî de her xwe hilgire û heya Kurdistana azad wê bijî û em jî bibin domdarê xeyalê wî. Em wek tevger di vê bîr û baweriyê de ne. Îro, di Şoreşa Rojava de, şervan û Gelê Kurd ji bo vê xeyalê pêk bînin têdikoşin. Ji bo ku ew xeyal hîn zûtir pêk were jî, pêwîstiyek mezin ji yekîtiya neteweyî re heye. Wek qada çand û hunerê, di vê wateyê de xwedî erkeke mezin e. Ji ber ku huner û hunermend, ji siyasetmedaran zêdetir li ser jiyan û gel bandorker in. Ji ber ku hunermend dengê wîcdanê gel e, wîcdan jî exlaq û çanda gel tê û huner jî ji vê wîcdanê derdikeve. Seîd Yusif jî yek ji wan hunermendên ku dengê wicdanê gelê xwe bû. Ji bo yekîtiya neteweyî gelek xwedî daxwez bû. Pêwîst dike, ji bo ku layiqê bîranîna wî û xeyalê wî bibin.
 
Em jî wek Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser vê esasê dibêjin, ji bo  jiyîna xeyal û bîranînê te mamoste û mîrê bizqê, em ê her demê zêdetir erk û berpirsiyartiya xwe xwedî derbikevin. Carek din, wek Tevgera Kevana Zêrîn sersaxî ji malbat û Gelê Kurd re dixwazin."