Ji HDP'ê derbarê Îmraliyê de daxuyanî: Divê bi lezgînî hevdîtin li Îmraliyê bê kirin

  • 15:38 28 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - HDP’ê têkildarê şewata li Grava Îmraliyê derketiye de daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîta li îmraliyê tê meşandin mînaka herî sereke ya ku ruyê reş yê rejîmê nîşan dide ye. Ango hat diyarkirin ku divê bi lezgînî daxwaza hevdîtinê were erêkirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê têkildarê şewata li Girava îmraliyê derketiye de li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersîm Dag, Hevesroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokên bajêr yÊN HDP’ê Hulya Alokmen Uyanik, Zeyyat Ceylan, Berdevka  Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan,  Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê,Komelaya Alîkariya bi Kesên ku di Landika Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda kirine (MEBYA-DER) û gelek rêxistin û saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn.
 
‘Heta hevdîtin pêk neyê daxuyanî wê bes neye dîtin’
 
Di daxuyaniyê de parlamentera DHP'ê ya Amedê Dersîm Dag axivî û wiha got:" Duh di saetên siharê de şewat li Greva Îmraliyê a ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamili Yildirim tê de ne derket.  Agahiya şewatê di encama daxuyaniya Wezîrê Karên Hindir ku di programek televizyonê de daye de em fêr bûn. Bi daxuyaniya duyem re jî gotin ku agirkuj ji Bursayê bi riya behrê xwe digihînin cihê bûyerê.Piştî parêzer û malbatan daxwaza hevdîtinê kirin ji bersivek erênî yan jî nerênî negîhaye destê me. Heya ku hevdîtin pêk neyê daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tên ragihandin wê têrker û bes neyen dîtin.”
 
‘Îktidarê hemû kausan girtiye ber çavan’
 
Dersîm anî ziman ku iktidara AKP û MHP’yê bi deste xwe tirkiyê dibe ber kausek mezin. Dersîm diyar kir ku şerê li  Rojhilat û Rojavayê Suryeyê tê meşandin û ji civakê re nayê ravekriin hatiye astek xerab  û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Leşkerên ku jiyana xwe ji dest da ne sere malbata wan sax be. Heger cihê paradigmayên ewlehiyê de aşitî de israr kiriba em rastê van encamên xirab nedihatin. Bi gelemperî polîtîkayên kaosê tên meşandin. Di bin navê bekayê de desthilatdar ji bo ku temenê xwe zêde bike gelek tişt dane ber çavan. Di sala 2016’ê de hewldana darbeya FETO û piştre bûyerên ku derketin holê herî dawî jî rewşa awarteya ku li İdîbê pêk hat.  Êdî şert û mercên ku birêz Ocalan tê de ye pêwist e ku bê guherandin. Bi birêz Ocalan re di navbera 2'yê Gulan-7'ê Tebaxa 2019 an de  5 hevdîtin pêk hatibûn û di derheqa vê kaosê de ji gelek pirsgirêkan re çareserî hatibû pêşkeş kirin. Him ji bo metna 7 xal him jî bi taybetî ji bo şerê Surîye û pirsgirêka kurdan, ‘civaka lihevhatî’, ‘sîyaseta demokratîk’, ‘ muzakeraya demokratik’ û ‘aşitîya bi rûmet’ çareseriyeke hêja û baldar bû ku ev xal bikevin jiyanê.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.