Li Êlîhê xebatên 8'ê Adarê dest pê kirin
- 14:53 28 Sibat 2020
- Rojane
ÊLÎH - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li bajaroka Kaniyahênê jinan belavokên 8'ê Adarê belavkirin.
Bi nêzbûna 8' Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan lez dan xebatên xwe. Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca,aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinên HDP'ê li bajaroka girêdayî bajarê Êlîhê mal bi mal geriyan û ji jinan re belavokên 8'ê Adarê belav kirin û jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.