Li Êlîhê xebatên 8'ê Adarê dest pê kirin 2020-02-28 14:53:23   ÊLÎH - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li bajaroka Kaniyahênê jinan belavokên 8'ê Adarê belavkirin.    Bi nêzbûna  8' Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan lez dan xebatên xwe. Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca,aktivîstên TJA'yê û  Meclîsa Jinên HDP'ê  li bajaroka girêdayî bajarê Êlîhê mal bi mal  geriyan û ji jinan re  belavokên 8'ê Adarê belav kirin û jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.