Kongreya Star bi daxuyaniyê konê çalakiyan vegirt

  • 14:43 28 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca naskirina Rewşa Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Kongreya Star a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê konê çalakiyan vedan.
 
Piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata daristana li Girava Îmraliyê, li seranserî Rojava gel daketin qadan û dest bi çalakiyên meş, daxuyanîyê kirin. Îro Kongreya Star a Kantona Hesekê ji bo bihîstina agahiyek li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konê çalakiyê li taxa Kelasê bi daxuyaniyek devkî vedan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji destpêkê ve dewleta tirk a dagirker fikir û felsefeya Rêber Apo hedef digire. Ji ber ku fikir û felsefeya wî ne li gorî berjewendiyên dewletên desthildar e, li hember van êrîşên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tê kirin me xwe bi rêxistin kir û ji bo azadiyê asta têkoşîn û berxwedanê me mezin kir. Dijmin jî ji hêz, rêxstinkirin û berxwedana me ditirse.
 
'Îmralî ji kiryar û siyasetên dewletên desthildar bû bersiv’
 
Gel pirojeya ku Rêber Apo ya ‘Netewa Demokratîk ‘ pêşkêşî kir hilbijart, ji bo wê  herêmên me rastî êrîş û dagirkeriyê tên. Ji ber ku serokê me li dijî desthildariya qirêj derdikeve loma agir bi daristana Îmraliyê xistin. Weke tevgera jinê em ê şev û roj li ser piyan bin heta ku em agahiyekê li ser rewşa Rêber Apo bigirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Îmralî Îmralî ka Rêberê Neteweyî", "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.