Li dijî şewata li daristana Îmraliyê li Şehbayê meş hat lidarxistin

  • 14:27 28 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî şewitandina Zindana Îmraliyê daketin qadan û nerazîbûna xwe dan nîşandan.
 
Bi pêşentinya Rêxistina Kongra Star a Efrînê meşek girseyî li Şehbayê hat li darxistin. Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê ji bo şewitandina daristana îmraliyê daketin qadan. Bi tevlîbûna hemû şêniyên Efrîn û Şehbayê meş ji destpêka navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir û heta qada gundê Maratê dewam kir. Di meşê de al û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsa “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya avakirina netewa demokratîk e, bi rihê jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” hatin hildan.
 
Piştî rewestandina meşê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Kongreya Star a Efrînê Sûreye Hebeş, li ser navê Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Melek Hisên hat kirin 
 
Di axaftinan de wiha hat gotin: "Em şewitandina daristana îmraliyê şermezar dikin. Şewitandina daristana Îmraliyê bi komploya navneteweyî ve girêdayî ye. Divê dewleta tirk baş bizanibe em teslîmkariyê qebûl nakin. Em dev ji doza xwe bernadin. Heta em agahiyekê ji Rêber Apo negirin em ê her roj di nava çalakiyan de bin."
 
Meş bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxweda Îmraliyê, bê serok jiyan nabe” bi dawî bû