Jinên Mexmûrê: Pewist e em di demeke nêz de agahiyê ji serokê xwe bigirin

  • 14:19 28 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî şewata bi daristana Îmraliyê ket anîn ziman ku li dijî agirê bi daristana Girava Îmraliyê ketiye hemû kurd bibin yek û wiha got:"Pêwist e em di demeke herî nêz de agahiyê ji Rêber Apo bigirin."
 
Duh li Girava Îmraliyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Gelê Kurd li her çar parçeyan û derveyî welat derketin qadan û bertek nîşan da. Têkildarî mijarê jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Pewist e em di demeke nêz de agahiyê ji serokê xwe bigirin'
 
Jina bi navê Halim Bulut wiha got:"Em tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin. Tecrîd 21 sal e berdewam e. Em ê rêberê xwe azad bikin. Şewata ku li Îmraliyê rû da em gelekî êşand. Pewist e em di demeke herî nez de agahiyê ji serokê xwe bigirin." 
 
'Dixwazin bi komployê heviya Gelê Kurd tune bikin'
 
Dayika bi navê Hacer Tok bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got:" Komploya ku îro li ser serokatî tê meşandin em şermezar dikin. Heta xwîna me ya dawî em ê xwedî li Rêbertî derbikevin. Dil û rihê me li gel Serokatî  û dozame ye. Dixwazin îro bi komploya navneteweyî heviya Gelê Kurd tune bikin, lê  heta dawî em ê xwadî li Rêbertî derbikevin."
 
'Em bang li gelê Kurd dikin, bibin yek û dijminên xwe  tune bikin'
 
Jina bi navê Qumrî Tunç komploya ku li ser Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wiha got:"Em komploya li ser sêrokatî şermezar dikin. Em bang li gelê Kurd dikin, bibin yêk û dijminên xwe  tune bikin. Ger em Gelê Kurd bibin yek em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Bila dijmin bizane em her dem li pey serok û doza xwe ne."
 
'Dijmin dixwaze Gelê Kurd ji Rêbertî qut bibe'
 
Jina bi navê Rehîm Mijinî jî wiha got:" Dijmin dixwaze Gelê Kurd ji Rêbertî qut bike. Lê nikarin gel û Rebertî ji hevdu qut bikin. Şewata ku li Îmraliyê rû daye dixwazin hêviyê Gelê Kurd tune bikin. Em wekî dayik û jin em tecrîda li ser serokatî ya xwe qebûl nakin.  Fikrê Rêbertî di cihanê de belav bûyê û dijmin dixwazin ew fikir tune bibe. Em ê heta dawî xwedî li serokatiya xwe derbikevin."