Kurdên li Ewropayê ji bo Abdullah Ocalan derketin qadan

  • 12:10 28 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî li Girava Îmraliyê şewat derket, ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tecrîdkirî ye, li dehan bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan.
 
Piştî li Girava Îmraliyê şewat derket, ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tecrîdkirî ye, li dehan bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan.
 
STOCKHOLM: Li Swêdê saet di 17'an de bi rengekî hevdem li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo û Helsînborgê ji bo Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya li Stockholmê de Carolîna Farraj bi navê Meclîsa Jinê ya Amara axivî û bal kişand ser şewata li Îmraliyê. Farraj got, "Em ji tenduristî û jiyana Ocalan bi fikar in. Gelê Kurd tecrîdkirina rêberê xwe qebûl nake û dixwaze tecrîd bi dawî bibe."
 
OBERHAÛSEN: Li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê, bi sedan kes bi heman armancê li pêşiya gar a trenê li hev kom bûn û xwestin tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ji ber şewata li Girava Îmraliyê ew ji tenduristî û jiyana Ocalan û sê girtiyên li giravê bi fikar in. Çalakgeran bang li Konseya Ewropayê û CPT kirin ku bi erka xwe rabin û piştre meşiyan. Partiya Çep a Elman, MLPD û komên antî faşîst jî piştgirî dan çalakiyê.
 
DORTMÛND: Bi dehan kes danê êvarê li hev kom bûn, ji bo Ocalan dirûşm berz kirin û xwestin tavilê hevdîtin pê re bê kirin. Çalakgeran ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan belavok belav kirin.
 
STÛTTGART: Kurdên ku danê êvarê li hev kom bûn fikarên xwe yên ji ber şewata li Îmraliyê anîn ziman û gotin, "Em ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Heta ku agahiyeke zelal ji Rêberê xwe bigirin em ê li qadan bin."
 
DUSSELDORF: Çalakî bi beşdariya 100 kesî pêk hat û ji bo Ocalan dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û li ser rewşa Ocalan agahî hatin dayin. Her wiha hate ragihandin ku wê roja Înê heman saetê çalakiyê bikin.
 
HÎLDESHEÎM: Saet di 18'an de li pêşiya gar a trenê li ser rewşa Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Nûnera Komuna Şehîd Meryem axivî û diyar kir ku berpirsyarê şewata li Îmraliyê rejîma AKP'ê ye. Di çalakiyê de bang li CPT û Konseya Ewropayê hate kirin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
 
NURNBERG: Çalakî li pêşiya gar a trenê pêk hat û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Ji saziyên Ewropayê jî hate xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan pankart hate hildan û bi heman armancê dirûşm hatin berzkirin. Di dema çalakiyê de ji bo Ocalan banga seferberiyê li gelê Kurd û dostan hate kirin.
 
ESSEN: Kurdên ku li pêşiya gar a trenê ya Essenê li hev kom bûn fikarên xwe yên têkildarî rewşa Ocalan anîn ziman. Di çalakiyê de li dijî rejîma Tirk dirûşm hatin berzkirin û bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê hate şermezarkirin.
 
KOLN: Bi sedan kes danê êvarê li pêşiya gar a trenê li hev kom bûn û bal kişandin ser rewşa Ocalan. Çalakgeran xwestin hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
 
BERLÎN: Çalakiya li Berlînê jî li Alexanderplatzê pêk hat û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Di çalakiyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin.
 
BREMEN: Kurdistanî tevî dostên xwe li ber gar a trenê li hev kom bûn û xwestin parêzer û malbata Ocalan karibin tavilê pê re hevdîtinê bikin. Çalakgeran her wiha bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyê pêwendîdar hemûyan kirin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
 
LAVRÎO: Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Kurdên li kampê ji bo Ocalan heta navenda bajêr meşiyan. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Rêbertî ji bo me xeta sor e, em careke din vê bi bîr dixin."
 
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê pêk hat û bi zimanê Fransî belavokek hate xwendin. Çalakgeran ji CPT'yê xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Her wiha hate ragihandin ku wê roja şemiyê meşeke girseyî pêk were.
 
PARÎS: Li pêşiya kembera Strasboûrg Saînt Denîsê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Azadî ji Ocalan re" hate hildan û dirûşma "Dîktator Erdogan" hate berzkirin.
 
STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrgê jî li pêşiya garê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û dirûşma "Bijî Serok Apo" berzkirin.
 
MULHOÛSE: Kurdên ku li Porte Jeûne ya bajarê Mulhoûse li hev kom bûn fikarên xwe yên li ser rewşa Ocalan nîşan dan. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin ku tecrîda li ser Ocalan tê şidandin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku tecrîd bê bidawîkirin û derfet ji malbatê û parêzerên Ocalan re bên dayin ku karibin Ocalan bibînin.
 
DEN HAAG: Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ya li pêşiya Wezareta Karên Hundir ji bo Ocalan dirûşm hatin berzkirin.
 
BERN: Kurdên li Swîsreyê li bajarên Bern, Basel û Cenevreyê daketin qadan. Li Bernê Kurdistanî tevî dostên xwe li qada Bahnhofplatzê li hev kom bûn û mîtîngek lidar xistin.
 
CENEVRE: Çalakiya li Cenevreyê jî bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat û pankarta bi nivîsa "Eger tiştek bi Ocalan bê em ê cîhanê bi serê we ve birûxînin" hate hildan. Ciwan piştre meşiyan û bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.
 
BASEL: Bi heman armancê li Baselê li stasyona trenê ya navendî çalakiyek hate lidarxistin.