‘Dema tecrîd bê rakirin wê aştî bê Rojhilata Navîn’

  • 09:06 28 Sibat 2020
  • Rojane
 
ENQERE - Jinên tevlî kongreya HDP’ê bûn daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin: “Em vê zilma li hember rêbertiya me qebûl nakin. Divê dewlet demildest tecrîdê rabike.  Wê nikaribin kevoka aştiyê di bin tecrîdê de bihêlin.”
 
4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê di 23’ê Sibatê li Salona Werzîşê ya Arena a Enqereyê pêk hat. Nêzî 30 hezar kesî tevlî kongreyê bûn. Kongre bi coş û renginiyek mezin pêk hat.  Di kongreyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dirûşmên azadiyê bilind bûn.
 
Jinên ji bajarên cuda tevlî kongreyê bûn, ji bo rakirina tecrîdê daxwaz kirin.
 
‘Hemû cîhan dizane ku wê di rojekê de aştî bê’
 
Muzzeyen Denlî ya ji Bursayê tevlî kongreyê bû daxuyakirin ku tecrîd li gorî pêvajoya siyasî diguhere û wiha got: “Pêvajo baş be tecrîd radibe, ne baş be ranabe.  Destilatdarî ji bêdengiyê hêzê digire û tecrîdê kûr dike. Ev zilm nikare bê qebûlkirin.  Hemû welat di bin zextê de ye û her kesê diaxive tê girtin.  Hemû cîhan dizane ku ger tecrîd rabe wê di rojekê de aştî bê. Ji ber vê divê tecrîd demildest bê rakirin.”
 
‘Bi salan em  li dijî vê zilmê têdikoşin’
 
Mulkiye Ungul jî bi lêv kir ku tecrîd dijhiqûqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd bi salan e li dijî  zilmê li berxwe dide. Li her derê cîhanê xwîn û şer heye. Me her tim aştî xwest. Kurd her tim ji bo aştiyê amade bûn. 40 sale ev şer didome. Ziman û nasnameya me tê qedexekirin. Em mafên xwe dixwazin. Bi salane em li vir dijîn. Em mafên xwe dixwazin.”
 
‘Divê tecrîd demildest rabe’
 
Huriye Damar jî ji Qoser a Mêrdînê tevlî kongreyê bûye û destnîşan kir ku ew tecrîdê şermezar dikin û ev tişt anî ziman: “Em jin ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me rabe em ê li eniya pêş têbikoşin. Me tu car dest ji têkoşîna xwe berneda. Me tu car ev tecrîd qebûl nekir. Ji ber vê divê tecrîd rabe.  Dema tecrîd rabe wê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn aştî bê.”
 
Nufus Siginç ya ji Manîsayê hatibû kongreyê jî ev tiş bi lêv kir: “Ez 80 salî me lê min xwe dîtiye nedîtiye zilm li ser rêbertiya me heye. Sedema hatina me ya vir aştî ye. Divê hevtîdina bi Rêberiyê re bê kirin.  Piştî grevan şûnde hevdîtin hat kirin. Zilma mezin li rêbertî û gelê me rewa dibînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Divê demildest ev tecrîd rabe. Wê  nikaribin kevoka aştiyê di bin tecrîdê de bigirin.”
 
Jineke din ya tevlî kongreyê bû jî wiha got: “Me gelê Kurd tu car tecrîd qebûl nekir. Em ê nekin jî. Îro bi hezaran kesî li vir navê Rêberiyê yek saniyekê ji ser zimanê xwe de nexist. Divê tecrîd demildest rabe.”