Evîn Paşo: 8’ê Adarê xwedîderketina li mafê xwe yê cewherî ye

  • 09:06 28 Sibat 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li tevahî jinên cihanê pîroz kir û got: " 8’ê Adarê xwedîderketina li mafê xwe yê cewherî ye."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û banga tevlîbûna çalakiyên ji bo 8'ê Adarê kir. Evînê wiha got:" Têkoşîna me azadî ye. Berxwedana me serkeftin e."
 
Evînê bi lêv kir ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinan xwedî taybetmendiyek mezin e û wiha got: "Di her heyvekê de rojek pîroz û girîng heye. 8'ê Adarê jî  ji bo hemû jinan rojeke pîroz e. Di destpêka Şoreşa Rojava û avakirina Kongreya Star de em bi çalakiyên cur bi cur bi dirûşmên cuda radibin ser piyan. Di vê salê de çalakiyên me bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" ew ê bên lidarxistin."
 
'Kefiyeya YPJ’ê wê sembola çalakiyên 8’ê Adarê be'
 
Evînê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku komîteyek amadekar ji bo çalakiyên 8’ê Adarê amade kirine û wiha got:"Komîte ji Yekîtiya Jinên Suryan, Jinên Ereb, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn û hin rêxistinên din ên jinan pêk tê. Di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya 2020’an de cilên Kurdî û  kefiyeyên YPJ’ê wê sembola çalakiyên 8’ê Adarê be."
 
'Berxwedana Dayika Eqîde û Hevrînê berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê ye'
 
Evînê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinan û wiha pê de çû: "Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk a dagiker êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrîşan de jin kir hedef û  dayika Eqîde û Hevrîn Xelef şehîd bûn. Jinan li hember êrîşan li ber xwe dan û têkoşîna xwe mezin kirin. Berxwedana Dayika Eqîde û Hevrînê berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê ye."