Li gundê Kabê ya Sûrê şahiyek hat lidarxistin

  • 18:17 27 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Li Gundê Kabê ya Sûra Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de parlamenter Semra Guzel axivî û diyar kir ku jin dev ji destkeftiyên xwe bernadin û dê li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Bi nêzbûna 8'ê Adarê re çalakî tên lidarxistin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Kabê ya Sûra Amedê şahiyek li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Semra Guzel, Rêxistina HDP'ê ya Sûrê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de parlamenter Semra axaftinek kir.
 
Semra, di despeka axaftina xwe de bal kişand ser roja 8’ê Adarê wiha got: “Azadiya gelan bi berxwedana jinê re pêk tê. Ji ber vê jî pêwist e ku jin her roj û di her qadê li ber xwe bide û têbikoşe. Hûn jî dizanin ku zihniyeta serdest a mêr dixwaze jinê di nava 4 dîwaran de bi sînor bike. Em bi hezar sal in li dijî vê zîhniyetê êm li ber xwe didin. Niha ev zîhniyet hewl dide ku dest dane ser destkeftiyên jinan. Jin bi berxwedana xwe bi ser ketin. Em ê li her qadê xwedî li destkeftiyên xwe derevin."
 
Semra, diyar kir ku li hemberî jinê êrîşeke mezin pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di her qadê de em zîhniyeta serdest a mêr dîbînin. Bedena jinê tê teşhîrkirin. Mînaka girîng jî windabûna Gulistan Doku ye. Polîtîkayên şer bi taybetî li hemberî jinê tê bikaranîn. Divê me li dijî polîtîkayên şer bertek nîşan bidin û êrîşan qebûl nekin."
 
Semra, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a Rojava û wiha axivî: "Li Rojava jin li hemberî DAÎŞ'ê li ber xwe da. Tenê ne li hemberî DAÎŞ'ê li hemberî zîhniyeta serdest li ber xwe da. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de bi cil û bergên xwe kurdewarî tevlî mîtînga Amedê bibin."