Jinan ji Dêrsimê bang kir: Em ê welatekî ku bikaribin lê bijîn ava bikin

  • 16:27 27 Sibat 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Rêxistinên jinan li Dêrsima ku Gulîstan Doku lê winda bû starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê dan û bang li jinan kirin ku li dijî zexta bi hev re têkoşînê bidin. Jinan got, "Em ê van zextên ku bûn sedema windakirina Gulîstanê têk bibin û welatekî ku weatekî ku em bikaribin lê bijîn ava bikin." 
 
Rêxistinên jinan ku di pêşengiya Platforma Jinan a Dêrsimê de kom bûn, Starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên Herêmê li bajarê ku Gulîstan Doku lê hat windakirin dan. Meşa ku hat xwestin ji ber Zanîngeha Munzurê bê destpêkirin û heta ser Pira Dînarê ya li ser Çemê Munzurê berdewam bike ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta "Wê rê bigire" hat astengkirin û xwendekarên zanîngehê bi pankarta "Gulîstan Doku li ku ye?" hatin ser pirê.  Di daxuyaniya jinan ku li ser Pira Dînarê hat dayîn de, malbata Gulîstan Doku, Pilatforma Şahmaran a Mêrdînê,  Platforma Dîcle Amedê, Komeleya Rosa ya JInan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Platformên bajrê Şirnex, Semsur, Çewlik, Meletî û Xerpêt yên jinan di daxuyaniyê de cih girtin. Herwiha parlameterên HDP'ê Dêrsim Dag, Zuleyha Gulum, Dilşah Canbaz, Gulîstan Kiliçkoçyîgît û aktîvîstên Kongreya Civaka Demokratîk jî di daxuyaniyê de cih girtin.  
 
'Ez ê hesabê xuşka xwe biprsim'
 
Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku, diyar kir ku hêj xwişka wê nehatiye dîtin û wiha got: "Heta niha tu agahî jê nayên girtin. Ji bo xwişka min bê dîtin çi ji destê min bê emê bikim. Xwişka min ne di bendavê de ye. Ez bang li bavê Zainal Abarokov ê polîs Engin Yucel dikim. Ez ê heqê xwişka xwe ji we hemûyan bipirsim. Bila Engîn Yucel nebêje ku ez hesab napirsim. Ez pêşiya vê yekê bernadim. Mirî be jî divê xwişka min bê dîtin." 
 
'Em ê welatekî ku lê bijîn ava bikin'
 
Li ser navê Platformê Duygu Kurban jî anî ziman ku jin bi êrîşên giştî re rû bi rû ne û wiha got: "Di demên dawî de êrîş li Dersimê her ku diçe zêde dibin. Jin ji bo ked, nasname û bedena xwe têdikoşin. Lê her roj ev têkoşîna wan rastî astengiya tên. Windabûna Gulistan Doku sembola cendereya ku dixwazin jinan têde bifetisînin e. Em dipirsin Gulistan Doku li ku ye? Em carek din sos didin. Heta ku em Gulistan bibînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em pêşiya vê yekê bernadin. Em vê cendereya ku di şexsa Gulistan Doku  de bûye sembol bişkînin. Em welatekî ku bikaribin lê bijîn ava bikin." 
 
'Em hêza xwe ji têkoşîna xwe digirin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku ji destpêkê heta niha vê mijarê dişopînin û wiha got: "Dersîm bajarekî biçûk e. Her kes hev nas dike. Ger ku li bajarekî wisa xwendekar winda dibin, wê demê berpirsiyariya esîl aydî rayedarên fermî ye. Em dibirsin tişta ku bû sedem Gulistan winda bibe çi ye? Divê ev bê ronîkirin. Rayedar bi israr diyar dikin ku Gulistan xwe ji Pira Dinar avêtiye. Lê heta niha delîlek vê yekê teyît bike tune ye. Meseleya Gulistan Doku perçeyek ji wêneyê Dersimê ye. Li her kolana Dersimê kamerayên MOBESE hene. Li gel vê yekê çawa dibe ku Gulistan Daku winda dibe. Em hêza xwe ji têkoşîna xwe digirin. Em razî nabin ku faîl neyê dîtin û darizandin. Dîsa heta ku Gulistan Doku bê dîtin em ê şopdarê doza wê bin û lêgerîna me dê bidome."
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Qetilkirina jinan polîtîk e" hatin berzkirin.