Dayikên Aştiyê: Divê hemû kurd rabin ser piyan

  • 15:55 27 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Meclisa Dayikên Aştiyê derbarê şewata li Îmraliyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heta ku agahiyê kê ji Ocalan netînin tu kurd li mala xwe rûnanên. Em bang li hemû kurdan dikin ku rabin ser piyan.
 
Ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ve, derbarê şewata ku tê gotin li Îmraliyê derketiye de ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li Fatîha Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Gelek endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevli daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliyê Perîhan Akbûlut ve hat dayîn.
 
Perîhan diyar kir ku wan ji ber piştî şewatê tu agahî ji îmraliyê negirtine gelek xemgîn in û got ku Abdullah Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye, bi taybetî ji bo kurdan girîng e û divê ku demildest hevdîtin li Îmraliyê bê kirin. Perîhan diyar kir ku divê saziyên rayedar derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin.
 
 'Divê kurd rabin ser piyan'
 
Perîhan di berdewamiya axaftina xwe de wihagot: "Hata ku em agahiyekê ji Ocalan negirin tu kurd li mala xwe rûnanên. Ez bang li hemû kurdan dikim bila hemû rabin ser piyan. Heta ku em agahiyekê ji rewşa Ocalan bigirin divê tu kes bêdeng nemîne.  Medyaya wan derewan dike .Em ji ber wê dubare dibêjin; bila parêzer biçin îmraliyê û hevîdtinê bikin."