HDP: Divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

  • 14:56 27 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê piştî ku li Girava Îmraliyê agir derket şûnde bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku daxuyaniyên ku derbarê agirê li Îmraliyê derketiye wan rehet nake û got divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran derbarê agirê li Îmraliyê bi daristanê ket de li Avahiya HDP'ê daxuyanî da.  Ayşeyê got:"Em dipên ku hikûmet di demek pir nêzîk de daxuyaniyeke cîddî bide." 
 
'Destûr nadin ku bi civakê û nûnerên rêxistinî re temasê çêke'
 
Ayşeyê, bal kişand ser hasasiyeta gelê Kurd a li hemberî Abdullah Ocalan û xwest bi lez û bez heyetek HDP'ê biçe Îmraliyê û li wir lêkolîn bike. Ayşeyê, anî ziman ku çend saet berê di çapemeniyê de hat gotin ku li Îmraliyê şewat derketiye û wiha got: "Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Hundir daxuyaniyek li dervê cîdîyetê da. Birêz Ocalan 22 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Hevdîtina parêzer, malbat û heyetê bi her awayî tê qedexekirin û astang dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin. Dem bi dem bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Herî dawî parêzer û malbat di Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê. Destûr nadin ku bi civakê û nûnerên rêxistinî re temasê çêke." 
 
'Em dixwazin bi lez û bez hikûmet têkildarî mijarê daxuyaniyek cîddî bidin'
 
Ayşeyê, anî ziman ku tê gotin îro li Îmraliyê şewatê rû daye û wiha bi dawî kir: "Li gel vê yekê Wezire Karên Hundir di bernameyekê de wekî ku bi hezaran kes ji bo Birêz Ocalan neketine grevê, weke ku dewlet bi Ocalan re hevdîtin nekiriye, daxuyanî da. Piştî vê daxuyaniyê bi hezaran mirovan xwestin xwe bigînin me û partiya me. Xwestin vê rastiyê ronî bikin. Di şertên asayî de malbat û girtî bi hev re hevdîtin dikin. Lê vê meseleya ku hemû gelê Kurd eleqeder dike, wekî meseleyek sivik digirin dest. Em carek din hişyar dikin. Ev mesele dikare di nava civakê de înfialê ava bike. Em dixwazin bi lez û bez hikûmet têkildarî mijarê daxuyaniyek cîddî bidin."