KCD: Divê demildest malbat û parêzer biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin

  • 14:45 27 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê têkildarî şewata ku li Girava Îmraliyê derket daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê bi awayekî lezgîn di serî de Wezîrê Edaletê û Rêveberên Hikûmetê di vê warê de daxuyaniyê bidin û gotin: "Bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin."
 
Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim lê di girtîgehê de ye şewata daristanê derket. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; serê sibê şewat derketiye û şewat li qada bi darên çamê û zeytûnan lê hebûne bi bandora bayê qîblê re gûr bûye. Hat îdiakirin ku komên agirkujiyê ya Miduriyeta Daristanan û Şaredariya Bûrsayê ji bo mudaxeleyî bikin ketine nava tevgerê. Tê gotin ku dixwazin ev komên agirkujiyê bi rêya behrê bigihînin Gravê û ji ber bahoza li deryayê keştî bi zehmet diçin û tên. 
 
Derbarê mijarê de Kongreya Civaka Demokratîk li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenter Feleknas Uca, Mûsa Farîsogullari, endamên dîwanê ya hevserokatiya KCD'ê, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatî dayîn ji hêla Leyla Guven ve hat xwendin. 
Şewat li daristanê belav dibe 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji çapemeniyê hîn bûn ku li grava Îmraliyê şewat derketiye û wiha dom kir daxuyanî: "Tê gotin ku ligel tê xwestin ekîbên îtfayê yên Mudanya û Bûrsayê xwe bigihînin Îmraliyê jî ji ber bayê dijwar seferên keştiyan di nav şert û mercên dijwar de pêk tên. Ligel ku tê gotin mudaxale li şewatê tê kirin jî em diltirsin ku şewata bi bayê lodosê zêde dibe li nava daristanê belav bibe.
 
Daxuyaniyên hikûmetê kêm in
 
Ligel ku nayê zanîn şewat ji ber kîjan sedeman derketiye jî divê bi awayekî lezgîn di serî de Wezîrê Edaletê û Rêveberên Hikûmetê di vê warê de daxuyaniyê bidin. Divê di heman demê de di serî malbat û parêzerên Ocalan û girtiyên din biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin û divê bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin. Daxuyaniyên têrker ancax piştî van hevdîtinan dibe ku cihê xwe bigire. Heta ku ev hevdîtin pêk neyên hemû daxuyaniyên hikûmetê dê kêm bimînin û berhewa bin.
 
Divê şert û merc bên guhertin
 
Tecrîda ku demek dirêje dewam dike bi vî awayî êdî nameşe. Tecrîda 21 sal in li dijî birêz Ocalan tê meşandin êdî nayê qebûlkirin. Di serî de piştî hewla darbeya FETO’yê,  rewşa negatîf ya piştî darbeye pêwistiyê pê tîne ku şert û mercên birêz Ocalan êdî bên guhertin.
 
Tecrîda ku dê wekî rûpelên reş bikeve dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê civakê dixe nava fikaran ne bes, êdî bûyerên xwezayî û awarte yên wekî şewatê jî hê bêhtir civakê dixe nava fikarên kûr û mezin. Pêwistiya gelê me ne bi kaos û fikarê, bi hêviyên jiyanê ya nirxên civaka demokratîk heye. Di vê warê de em bang li tevahî civakên Demokratîk ên Netewî û Navnetewî, Saziyên Sivîl û raya giştî dikin ku di vê warê de hestiyar tevbigerin."
 
Piştî daxuyaniyê Leyla Guven, bi kurtasî axivî û diyar kir ku dê bûyerê nêz ve bişopînin û got: "Abdullah Ocalan ne kesekî bi rêzeyî. Bi milyonan kurd girêdayî Abdullah Ocalan e."