'Bi rihê 8'ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin'

  • 14:36 27 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Kongreya Star a Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi rêzeçalakiyên semînerê kiribûn. Rêzeçalakiyên Kongreya Star didomin.
 
Di çarçoveya çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de Kongreya Star a Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi rêzeçalakiyan kiribûn û li hemû gundewar, tax û navçeya Kobanê semîner tên dayîn. Îro li navçeya Qinê, belda Til Xezal, Bajaroka Taşlog û taxa şehîd Moro ya Kobanê semîner hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel ve semîner hat dayîn. 
 
'Bi rihê têkoşîna jinên berxwedêr em ê zihniyeta mêr-dewletê têk bibin' 
 
Zehrayê di destpêka axaftina xwe de bil kişand ser girîngî û wateya  roja 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê û wiha pê de çû: "Di destpêkê de em bejna xwe li hember hemû şehîdên tevgera azadiyê ditewînin. 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinên kedkar pîroz dikin. Jin bi ked û têkoşînê xwedî li mafê xwe derketin. Di sala 1857'an de jinên ku di tekstîlê de dixebitîn bi awayekî hovane li bajarê New Yorkê hatin şewitandin. Ji ber hişmendiya mêrê serdest di her demê de newekheviya di navbera mêr û jinê de tê jiyîn. Di wan salan de jî cudahiya di navbera herdu zayendan de, bi awayekî dijwar dihate jiyîn. Jinan li hember bê mafiya ku dihate jiyîn serî hildan û xwedî li mafê xwe derketin. Ji bo jin werin bêdenkirin û vîna wan were tunekirin 129 jin di hundirê kargeha tekstîlê de hatin şewitandin. Ji wê rojê heta roja me ya îro 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê tê pîrozkirin.
 
'Bi rihê 8'ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin' 
 
Zehra jinên têkoşer bi bîr anî û wiha got: "Gelek jinan têkoşîn û berxwedan dane meşandin. Weke Cilara Zêktîn, Rosa Luxsembûrg û herî dawî jî Hevrîn Xelef û Eqîde Osman bû. Em van jinan bi bîr tînin. Ji bo wê pêwîst e em li dijî êrîş û kiryarên ku li ser hêrêmên me tên meşandin em bi rihê 8'ê Adarê li dijî dagirkerî, qetilkirina jinan û bê mafiyên di nava civakê de hene derkevin."
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê sibe semîner  li navçeya Çelebî û li taxa Ş. Kawa bên lidarxistin.